SOMO: Me hîna bermîlek nift ji Herêma Kurdistanê wernegirtiye
Şirketa Neteweyî ya Firotina Nifta Iraqê (SOMO) ragihand ku heta niha me bermîleke nift ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê wernegirtiye.
Şirketa Neteweyî ya Firotina Nifta Iraqê ( SOMO) ragihand ku wê, hemû peyman û sozên xwe bi şîrketên bikirrê nifta Herêma Kurdistanê re bi dawî neaniye û tekez kir ku destpêkirina hinardekirina niftê ji Herêma Kurdistanê divê cih û şûna Iraqê wekî çavkaniyek sereke ji bo bazara enerjiyê ya Ewropayê vegerîne. SOMOyê ragihand: Wezareta Niftê ya Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di çarçoveyeke hevpar de hevkariyê dikin.
Li gorî qanûna budceya 2025-an, nifta ku li Herêma Kurdistanê tê hilberandin wekî ya Iraqê tê hesabê û taybetmendiya wê tenê vedigere têkiliyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên ku li wir dixebitin de.Hikûmeta federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên hilberîner heta niha di vî warî de pêşketinên baş hebûne û hewldanên jibo rêkeftina dawiyê berdewam dikin.