Parlamenterê DEM Partiyê: Bila Demîrtaş û Mizrakli demlidest bên berdan
Parlamenterê DEM Partîyê yê Amedê piştî hevdîtina bi Selahedin Demîrtaş û Selçuq Mizrakli re li zindana Edîrneyê, berdewamiya girtina wan protesto kir û daxwaza azadiya van her du siyasetmedarên hebandî yê kurd kir.
Çengîz Çandar got ku ew her du di rewşa fîzîkî û derûnî ya baş de ne lê berdewamiya girtina wan nayê qebûlkirin. Çengiz Çandar bi bîr xist ku li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, divê Demîrtaş zûka were berdan û nabe Tirkiye vê biryarê proteso bike. Wî derbarê Mizrakli de jî got ku girtina wî neheqî ye û tevî ku beşek zêde ya hewsa xwe derbas kiriye lê bi neheqî hîna jî di zindanê de ye. Çandar hişyarî da ku berdewamiya vê rewşê dê pêbaweriya civakê ji nav bibe û pêvajoya aştiyê lawaz bike û xwest ku ev du siyasetmedar zûka bên berdan.