Kanûn 23, 2022 14:40 Asia/Tehran
  •  Rûdaneke ecêb di warê rewşa keşûhewayê da li Gerestêrka Bircîsê

Lêkolîna nû ji aliyê zanyaran va nîşan da ku hin mînakên keşûhewayê li Gerestêrka Bircîsê hene ku heyamên germ û sar di dirêjahiya demê li vê gerestêrkê digire ber xwe.

Li gorî rapora IRNAyê, Leigh Fletcher strêknasê Zanîngeha Leicester'ê ya Brîtanyayê li NASA'yê, got: Li ser Erdê guherîna keşûhewa di navebra zivistan, bihar, havîn û payîzê da encama herifîna mihwera gerestêrkê ber bi sefheyekê ye ku tê da li dora Rojê digire.

Fletcherî got: Ev nişêva 23 derece dibe sebeb ku deverên cûr bi cûr li ser Erdê di heyama salê da qasên ciyawaz ji ronahiya Rojê wergirin; lê mihwra Gerestêrka Bircîs anku Mişteriyê (Inglîzî: Jupiter) tenê bi qasî 3 dereceyan ber bi sefheya xolgeha vê gerestêrka gelekî mezin va herrifiye. Ev yanî qas û rêjeya tîrêjên Rojê ku di heyama salên dirêj li Bircîsê digihêjin deverên cûr bi cûr li ser vê gerestêrkê, gelekî kêmtir diguhere.

Di lêkolîna nû da, zanyar tê gihîştin ku li Bircîsê dema ku pileya germayê li panatiyên taybet ên cografyayî (Latitude) da li nîveka bakûrî ya vê gerestêrkê jorda diçe, heman panatiyên cografyayî li nîveka başûr hênik dibin, hema bêje weke dîmeneke neynikê ya tam. Dîmena neynikê dubarekirineke vegerok û refleksbûyî ji tiştekî ye ku hema bêje wekî wî tê xuyakirin; lê li tûşa tîkbûyî li ser neynikê hatiye berovajîkirin.

Glenn Orton zanyarê sêtrknasiyê li Labratiwara Dehfdera Cêtê ya NASA'yê (Jet Propulsion Laborator) li Kalîfornyayê bi daxuyaniyekê got: Ev weke diyardeyekê ye ku em li ser Erdê dibînin; cihê ku mînakên keşûhewa û guherîna demsalê li deverekê dibe ku bandoreke berbiçav li ser keşûhewayê li deverên din bike.

Ev lêkolîn hin dane û lêzanînan ji sala 1978an û pê va ku bi rêya hin teleskopan li Resedxaneya Mauna Kea'yê li Hawayîyê hatine berhevkirin.

Beriya vêya zanyaran dizanî ku deverên sartir li atmosfera Gerestêrka Bircîsê bi rengên vekirîtir û deverên wê yên germtir wek zîvalên qehweyî xuya dikin. Lêkolîna nû ku heyameke sêsalî (salên Gerestêrka Bircîsê) digire ber xwe, bo cara yekem nîşan dide ku çawa ev mînak di heyamên demê yên dirêjtir da diguherin.

 

Serepeyv