May 30, 2022 18:37 Asia/Tehran
  •  Pêlên nepenî yên tam nû di navoka gerestêrka Erdê da hatin dîtin

Zanyaran cûreyeke "Tam nû" ya pêla megnetîkî tê derxistiye ku di navoka Erdê da pêl vedide.

Li gorî rapora Vice'yê, Li gorî lêkolîneke vê dawiyê ku ji aliyê stêrknasên ewropî va pêk tê, ev 20 sal in ku setlayt bêyî tu şiroveyekê, "Guhertinên meydana jeomegnetîk a miyan-salane" ku çavkankiya wê navoka Erdê ye, werdigirin.

Niha lêkoleran daneyên sê setlaytên "Swarm" ên Ajansa Fezayî ya Ewropayê ji bo naskirina cûreyeke nû ya pêla megtentîk a nepenî bi kar anîne; Pêla ku her heft salan carekê li seranserî asta navoka Erdê - cihê ku navok û mantle digihêjin hevûdu - digere.

Li gorî vê lêkolînê, ev pêl, "beşeke berbiçav" a sîgnalekê ne ku tu şiroveyek jê ra tuneye.

Nicolas Gillet nivîskarê paayebilind ê vê lêkolînê ji zanîngeha Grenoble Alpe'ê gotiye: Ev demeke dirêj e ku jeofîzîkzan li ser hebûna pêlên bi vî rengî nêrînên xwe bi pêş dixin, lê heta niha wisa wan difikirî ku pêlên navbirî di navbirên demî yên gelekî dirêjtir ji ya ku lêkolîna me nîşan daye, diqewimin.

Meydana megnetîkî ya Erdê bi parastina me li hemberî tîrêjên keyhanî û gefên din, jiyanê li ser vê gerestêrkê diparêze. Ev hêz ji hesinê sincirî û heliyayî di navoka Erdê da serçavî digire.

Têgihîştina meydana megnetîkî ya Erdê gelekî girîng e, ji ber ku roleke wê ya girîng di mayîna gişt jiyanên li ser vê gerestêrkê heye.

 

Serepeyv