Nîsan 12, 2022 12:21 Asia/Tehran
  • Lêkolîna nû ya stêrknasan: Gerestêrka Neptûnê dewsa germbûnê, sar dibe

Stêrknas guhertinên çaverênekirî li gerestêrka Neptune'ê dibînin.

Li gorî rapora Euro Newsê, Zanyarên ku pileya germayê li atmosfera gerestêrka Neptune'ê di heyama 17 salan da lêkolîn kiriye, vê dawiyê pêvajoyeke ecêb tê derxistiye. Wan tê derxisitye ku gerestêrka herî dûr a li Pergala Rojê anku Menzûmeya Şemsî dewsa ku germtir bibe, sartir dibe.

 

Gerestêrka Neptune'ê ku piranî wek du dêwên cemedî yên mezin li Pergala Rojê tê naskirin - cêwiya wî gerestêrka Uranûsê ye ku li nêzikî wê ye - weke gerestêrka me anku Erdê, bi zivirîna xwe ya li dor Rojê, dibe sebeb ku hin demsal tê da çê bibin.

Berovajiya gerstêrka erdê, dirêjahiya her demsalekê li Neptune'ê bi qasî 40 salî ye û her saleke wê jî bi qasî 165 salên li ser erdê dem dibe. Ji ber vê yekê demeke dirêj pêwîst dike da ku alûgorên ku bi derbasbûna demê re li ser wê pêk tên, bên lêkolînkirin.

 

Ji sala 2005an va nîvkoreya başûr a gerestêrka Neptune'ê demsala havînê derbas dike.

 

Lêkolerên ku ji wê salê va dest bi pîvandina germahiya atmosfera vê gerestêrkê kiriye, dibêjin, tevî destpêbûna demsala havînê li nîvkoreya başûr, pileya giştî ya germahiyê ya Neptune'ê ji sala 2003an heta sala 2018an bi qasî 8 pileyên Santîgradê daketiye; Ev tê vê wateyê ku di heyama du dehsaliyên derbasbûyî da berovajî tiştê ku dihat çaverêtîkirin, ev gerestêrk hêdî hêdî sartir bûye.

 

Tiştê herî ecêb ev e ku di navbera 2018 û 202î da, germahiya li cemsera başûr a Neptune'ê bi awayekî berbiçav û bi qasî 11 pileyan zêde bûye.

 

 

Serepeyv