Kanûn 19, 2021 12:35 Asia/Tehran
  •  Li Wanê wargeheke tê texmînkirin di Serdema Navîn da hatiye bikaranîn hat dîtin

Li Çîtorena taxa Tuşbaya navçeya Wanê li herêma nêzî Behra Wanê wargeheke tê nirxandin ku ji Serdema Navîn maye hat dîtin.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Ekîba vekolanê ya di seroktiya Prof. Dr. Rafet Çavuşogluyê Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê da xebatên ji bo qeydkirina avahiyên dîrokî didomîne.

Di vê çarçoveyê da li girê hezar û 800 mêtro bilindahiyê yê li taxa Çîtorenê ekîbê xebat meşand.

Berê jî li nêzî vê herêmê gora kevirîn a ji heyama Urartuyan hatibû dîtin. Ekîbê şikefta sê odeyî dît û dest bi xebatan kir.

Hat tesbîtkirin ku ev di lîsteya berhemên çandî da nehatiye qeydkirin û di xebatên vekolanê da parçeyên dîzikan hatin dîtin.

Arkeologê li ser van amûrên li herêma di Serdema Navînda hatiye bikaranîn hatin dîtin bi hûrgilî lêkolînê bikin.

Çavuşoglu diyar kir ku şikeft li rojhilatê 2 gorên heyama Urartuyan hat dîtin û kevir qul kirine tê da ode çêkirine.

Çavuşoglu destnîşan kir ku li ber şikeftê gelek pirtikên dîzikan dîtin û wiha pê da çû: "Ji dîzikan em fehm dikin ku ev deran di Serdema Navîn da hatiye avakirin. Taybetiya vê derê ew e ku li ciyekî girîng hatiye avakirin. Ji vê derê ra Behra Wanê, Gevaş, Kelha Wanê, Kelha Topaktaşê, Kela Topraxê tê dîtin. Li gor van daneyan jî em dinirxînin ku ev dera di Serdema Navîn da gelekî hatiye bikaranîn."
 

 

Serepeyv