Gordexmeyên Sîrafê an jî Goristana Kevirîn a Sîrafê ji şûnwarên neteweyî yên Îranê li parêzgeha Bûşêhrê ye ku sala 1381ê ya Koça Hetawî bi hejmara 6502 hatiye tomarkirin.
Di xebatên kolanê yên li Keleha Bidlîsê da bermayînên seramîk, sîke, metal, cam û hestî yên dîroka wan vedigere Serdema Osmaniyan a Dereng û her wiha berateyên xaniyan hatin derxistin.
Di Keleha Ayanîsê ku Urartuyan li kêleka Gola Wanê çê kiriye da xebatên vedanê dewam dikin. Di xebatan da odeyek hat derxistin û di odeyê da lewheyeke bronz hat dîtin. Li gor nirxandinê malbata qral ev lewhe wekî xemla dîwar bi kar aniye.
Keleha Kolikê (Kahta) li Semsûrê ji hêla Şaristaniya Komageneyê li ser girekî bilind hatiye çêkirin.
Li Gurpinara navçeya Wanê li ser çiyayê bilindahiya wê 3 hezar û 300 e bermayiyên keleha ku tê gotin ji hêla rêvebirên payebilind ên Urartiyan va hatiye bikaranîn, hatin tesbîtkirin.
Li Çîtorena taxa Tuşbaya navçeya Wanê li herêma nêzî Behra Wanê wargeheke tê nirxandin ku ji Serdema Navîn maye hat dîtin.
Bircên Fînîkê yên dîrokî yên li gundê Keraşînê yê navçeya Basayê, bi tunebûn û hilweşandinê re rû bi rû ne.
Herrana navçeya Rihayê ji niştewarên herî kevin ên dinyayê yek û di nav Lîsteya Berwext a Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da cih digre. Deriyê mezin ê Qesra Herranê ku 9 sedsal berê hatiye çêkirin, ji binê axê hat derxistin.
Di xebatên kolana li Keleha Hundirîn a li Bajarê Xelata Kevn a li Bidlîsê da perçeyên seramîkê yên 5 hezar û 200 salî ku hat tesbîtkirin yên "Çanda Karazê" ne, hatin dîtin.
Di xebatên lêkolînê yên li Keleha Zerzewanê ya li Çinara navçeya Diyarbekirê ye da destpêka kelehê ya 1800 salî hat dîtin. - "Par 450 hezar turîstên herêmî û biyanî hatin ziyareta kelehê. Heke pandemî çênebûya îsal em benda milyonek kesî bûn."