Eraqçî: Sîyaseta me berxwedana himber serdestîxwazîyê u pêşwazîya ji dîplomasîyê ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Em hela jî rêya dîplomasîyê dişopînin u alîgirê çareserkirina biaştî ya nakokîyên navdewletî ne, lê di eynî demê da em ê himber zorbêjî, serdestîxwazî u zêdexwazîyan neyên xwarê u ber xwe bidin.
Seyîd Ebbas Eraqçî di merasima destpêkirina Konfiransa Navdewletî ya Mafên Navdewletî Di Bin Êriş; Destdirêjî û Berevanîyê da got: Amerîka bi piştgirîya hin welatên rojavayî di halê sepandina ``qanûna daristanê`` ser peywendîyên navdewletî da ye û divê civaka cîhanî himber vê yekê bisekine.
Eraqçî herwiha got: Îran yê tenê di wan muzakireyan da beşdar bibe ku li gorî insaf, rêzgirtin u berjewendîyên dualî be û yê di muzakireyên ser binigeha sepandina helwestan da beşdar nebe. Wî derbara têkilîya Têhran u Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê da jî got ku gotûbêj didomin û hevkarî yê li gorî qirarên kivşkirî bên domandin, bi mercê ku ew ajansa qirarên hanê berçav bigire.