Aşkirabûna gendelîya berfire li Ukraynê
Hikûmeta Viludimîr Zelenskî Serokomarê Ukraynê, pêrgî gendelîya herî giran a ji dema hatîye ser desthilatê va bûye u Kîyev di kêlîyeke hestyar a şêrr da sist u bê-istiqrar kirîye.
Bi aşkirabûna gendelîya giran a di beşa enerjîya Ukraynê da ku heta kesên nêzîkî Vilodimîr Zelenskî Serokoamrê vî welatî jî digire ber xwe, dubarekîyeke nû ketîye rêza piştgirên Kîyevê. Hin rêvebirên ewrûpî himber vê riswatîyê bertek nîşan dane. Roberto Fîtso Serokwezîrê Slovakîyê neyartîya welatê xwe himber plana YEyê ya terxankirina 140 milyard Euroyî bo Ukraynê ragihand.
Donald Tosk Serokwezîrê Polonîyayê jî hişyarî daye ku heke Ukrayn nekare himber gendelîyê raweste, di şerê himber Ûrsêtê da yê têk here. Donald Tosk gotîye: Ez hemî kesên xwedîmafê dengdana di vî warî da hişyar dikim ku ji gendelîyê dûr bin, ji ber ku heke hûn ewê tamul bikin, hûn ê di şêrr da derdin. Aşkirabûna gendelîya li Ukraynê bû sedema bertekê li Ûrsêtê jî; Dimîtrî Medvedov Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîya Ûrsêtê gotîye: Li gorî çaverêtîyê, Zelenskî bêhitbar bûye û cîgeha wî li qad u meydanê her ku diçe, xirabtir dibe. Wî gotîye ku piştî aşkirabûna gendelîya rejîma Kîyêvê, nabe ku ewrûpî careka din bawerîya xwe li Serokomarê Ukraynê bînin, Bi sedan hezar welatîyên ukraynî jî nerazîbûna xwe himber gendelîya li vî welatî aşkira bûye, nîşan dan. Nika Kîyêv ji ber nerazîbûnên gelanî veguherîye cîyekî bitaluke ji bo Vilodimîr Zelenskî.