Mijdar 16, 2025 19:45 Asia/Tehran
  • Cumane Xelay: Encamên dawîn ên hilbijartinê yê sibê bên ragihandin

Berdevka Medyayê ya Komîsarîyaya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê got: Li gorî ihtimalê encamên dawîn ên hilbijartinên parlimana Iraqê sibê werin ragihandin.

Cumane Xelayê ragihand ku dengên di hemî sandiqan da hatine hejmartin u tam anegorî hejmartina wan a bi destan e, encam jî yê sibê bên ragihandin. 

Wê herwiha pêgirî kir: Komîsarîyaya Hilbijartinan terxankirina kursîyan, ji wan ên jin u kêmîneyan dest pê kirîye.

Berdevka Medyayê ya Komîsarîyaya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê herwiha got: Em ê beşa wergirtina gilî û nerazîbûnan ji roja piştî weşandina encamên dawîn li malpera fermî  de vekin. 

 

Serepeyv