Cotmeh 12, 2024 16:16 Asia/Tehran
  • Hişê Çêkirî, amûreke bihêz ji bo baştirkirina pêvajoyên hînkariyê

Sekreterê Erkantiya Geşepêdana Zanist û Teknolojiyên Me'rifî (Kognîtîv) tevî eşareta li pêkanîna Rêxistina Hişê Çêkirî, teqez kir: Avabûna Rêxistina Hişê Çêkirî û sermayeguzariya berfireh di vî warî da dibe sebeba danûstandin û hevkariyê navbera civaka lêkoler û pisporên vî warî.

Li gorî rapora ISNAyê, Dr. Seyîd Muhemed Mehdewî Sekreterê Erkantiya Geşepêdana Zanist û Teknolojiyên Me'rifî di Komcivîna Neteweyî ya Hişê Çêkirî di Fêrbûn û Hînkariyê da her wiha got: Roja îro hin derfetên guncan ji bo bikaranîna Hişê Çêkirî di warên cûrbecûr da ji wan di warên fêrkirin û hînbûnê da pêk hatine û destwerdana hakimiyetê dikare rola hêsanker ji bo sûdwergirtina zêdetir ji derfetan hebe.

Wî bi gotina vêya ku warê Hişê Çêkirî hewcedarê dîtin û lêkolîna ser pêşerojê li welêt e, got: Avabûna Rêxistina Hişê Çêkirî û sermayeguzariya berfireh di vî warî da dibe sebeba danûstandin û hevkariyê navbera civaka lêkoler û pisporên vî warî.

Mehdewî tevî şirovekirina armanc û bernameyên vê erkantiyê wek piştgir û pêşdebira zanist û teknolojiyê, teqez kir: Ev erkantî hewl dide ku teknolojî li zanîngeh û navendên zanistî û pispor di çarçoveya pêkhatina Startup û Kompaniyên Zanist-Bingeh ji bo dabînkirina hwcetiyên welêt werin pêşxistin û berfirehkirin.

Serepeyv