Tebax 26, 2024 19:14 Asia/Tehran
  • Modeleke Hişê Çêkirî ya nû dikare nivîsên 10 hezar peyvî berhem bîne

Pirsgirêkeke sereke ku modelên zimanî yên mezin rastî wê tên, dirêjahiya nivîsa berhemhatî ji wan e. Modelên zimanî yên heyî îdia dikin ku datayên hawirdekirî bo wan anku têketinan heta 100 hezar peyvan proses dikin lê ji bo berhemanîna nivîsên bi dirêjahiya navgîn a 2000 peyvan tûşî pirsgirêkan dibin. Lê niha wisa xuya dike ku modeleke Hişê Çêkirî ya nû ev şiyan zêdetir kiriye.

Li gorî rapora ISNAyê, Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê komeke lêkolerên Hişê Çêkirî li Zanîngeha Tsinghua'yê Modeleke Zimanî ya Mezin (LLM) a bi navê "LongWriter" pêş xistine. Ev modela Hişê Çêkirî dikare bersivên dirêj wek nivîs îcad bike.

Koma navbirî angaşt dike ku modela zimanî ya mezin a wan dikare nivîsa deketî ji modelê bi dirêjahiya 10 hezar peyvî berhem bîne.

Ji ber ku Modelên Zimanî yên Mezin gellekî di rojevê da ne, gellek kes tê gihîştine ku ev model nikarin bersivên gellekî dirêj weke pirtûkên tevav yan versyonên destnivîs berhem bînin û asta niha ya berhemanîna tekstan bi rêya wan wer xuya dike nêzikî 2000 peyvî be.

Lêkoler dibêjin, dibe ku ev sînordariya peyvan ji ber vê yekê be ku hemî modelên zimanî bi bikaranîna dataya kurt û hindik hatine hînkirin. Ew di hewldana xwe ya nû da  tê gihîştin ku eger Modelên Zimanî yên Mezin (LLM) hinekî biguherînin û bi sûdwergirtina ji belge û dakûmentên gellekî dirêjtir wan hîn bikin, dikarin sînordariya peyvan kêmtir bikin û nivîsên bi hejmara peyvên zêdetir berhem bînin.

Serepeyv