-
Serleşker Ebdilahî: Em ê bersiva her hovîtiyeke dijmin bidin
Tîrmeh 19, 2026 08:47Fermandê Biryargeha Navendî ya Xatemulenbiyayê got: Hêzên çekdar bi palpiştiya li rênimûniyên fermandê gişt hêzan û hevrêtiya gel, wê bi hemû şiyana xwe berevaniya ewlehî, serxwebûn û izeta Komara îslamiya Îranê bikin.
-
Xerîbabadî: Bila Amerîka li şûna şer rêbazeke din hilbijêre
Tîrmeh 18, 2026 17:56Cîgirê Wezîrê Karên Derve behsa berdewamiya destdirêjiya Amerîkayê kir û got: Ewlewiyeta niha ya Komara Îslamî ya Îranê berevaniya webirr a ji welêt û bersivdayîna li êrîşkaran e.
-
Dewama bersiva webirr a Sipahê; Êrişa ser binkeyên leşkerî yên Ameîrkayê li Kuweyt, Behrêyn û Ordonê
Tîrmeh 18, 2026 17:05Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ragihand, wek bersiva li hember destdirêjiyên Amerîkayê, navend û binkeyên leşkerî yên vî welatî li Kuweyt, Behrêyn û Ordinê dane ber êrişên bi mûşek û xwefiran û ev operasiyon wê heta sekinandina destdirêjiyan bidomin.
-
Êrişa ser tesîseke bêxwêkirinê ya Caskê, binpêkirina qanûnên navnetewî ye
Tîrmeh 18, 2026 16:59Wezîrê av û enerjiyê yê Îranê wek berteka li hember êrişa terorîstî ya Amerîkayê ser tesîseke bêxwêkirinê ya Bonciyê li rojava bajarê Caskê ku ji ber wê 2 gund bêav man, ev kara cinayeta cengê û binpêkirina aşkera ya qanûnên navnetewî û konvansiyonên mirovdostane da zanîn.
-
Di encama êrişên artêşa Amerîkayê ser Hormozganê de 8 kes şehîd bûn
Tîrmeh 17, 2026 18:28Di encama êrişên Pêşncemiyê bi şev û sibeha Îniyê yên artêşa Amerîkayê ser parêzgeha Hormozganê de 8 kes şehîd bûn û 19 kes jî birîndar bûn.
-
Emîrseîd Îrewanî: Êrişên Amerîkayê ser binesaziyan, mînaka cinayeta cengê ye
Tîrmeh 17, 2026 17:18Nûnerê hertimî yê Îranê li NY xitabî sersekreterê NY û serokê dewrê yê Konseya ewlehiyê, êrişên Amerîkayê ser binesaziyên sivîl ên Îranê binpêkirina aşkera ya rêziknameya NY, mafên navnetewî yên mirovdostane û mînaka cinayeta cengê da zanîn û daxwaza karê demlidest ê Konseya Ewlehiyê ji bo sekinandina van êrişan kir.
-
Pêhişyariya Iraqçî: Nifûza Rejîma Siyonîst li Amerîkayê dê bi vê zûtiyê aşkera bibe
Tîrmeh 17, 2026 16:02Wezîrê karên derve yê Îranê amajeyî kûratiya nifûza Rejîma Siyonîst li nijyara desthilatdariya Amerîkayê kir û pêgîrî kir ku dê bi vê zûtiyê berûlayên vê nifûzê aşkera bibin.
-
Bersivdana hêzên çekdar ên Îranê berdewamm e; Amerîka li ser gurrtirkirina êrişan hat hişyarkirin
Tîrmeh 17, 2026 14:47Di dewama bersivdana bo destdirêjiyên Amerîkayê da, hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê çend pêlên nû yên operasyonên xwefirrî û mûşekî dijî navendên stratejîk û piştevaniyê yên artêşa Amerîkayê li navçeyê bi cih anîn.
-
Dijmin ji ber beşdariya gel di rêûrisma birêkirina Rêberê Micahid ê Şehîd ê Şoreşê bêhêvî bûne
Tîrmeh 17, 2026 13:47Rêûrisma birêkirina meytê paqij ê Rêberê Micahid ê Şehîd ê Şoreşa Îslamî ji Tehranê heta Meşhedê rêdaneke mayînde û kêm-mînak bû û beşdariya berfireh a gel di vê rêûrismê da, pêwenda kûr a navbera gel û ramanên Şoreşa Îslamî nîşan da ku dijmin bêhêvî kirin.
-
Berdevkê Artêşê: Tengerêya Hormizê heta pejirandina pergala îranî dê girtî bimîne
Tîrmeh 16, 2026 18:17Berdevkê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku heta dema ku Amerîka pergala qanûnî û mekanîzma li gorî xwesteka Îranê ji bo birêvebirina Tengerêya Hormizê qebûl neke, ev tengerê dê girtî bimîne.