Serleşker Ebdilahî: Em ê bersiva her hovîtiyeke dijmin bidin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359074-serleşker_ebdilahî_em_ê_bersiva_her_hovîtiyeke_dijmin_bidin
Fermandê Biryargeha Navendî ya Xatemulenbiyayê got: Hêzên çekdar bi palpiştiya li rênimûniyên fermandê gişt hêzan û hevrêtiya gel, wê bi hemû şiyana xwe berevaniya ewlehî, serxwebûn û izeta Komara îslamiya Îranê bikin.
(last modified 2026-07-19T14:49:39+00:00 )
Tîrmeh 19, 2026 12:17 Asia/Tehran
  • Serleşker Ebdilahî: Em ê bersiva her hovîtiyeke dijmin bidin

Fermandê Biryargeha Navendî ya Xatemulenbiyayê got: Hêzên çekdar bi palpiştiya li rênimûniyên fermandê gişt hêzan û hevrêtiya gel, wê bi hemû şiyana xwe berevaniya ewlehî, serxwebûn û izeta Komara îslamiya Îranê bikin.

Serleşkerê balafirvan Elî Ebdulahî bi hişyarkirina Amerîkayê, ev welata dijminekî binpêkerê sozan û cinayetkar wesif kir û got: Her cûre timakarî, zorbêjî, pawanxwezî û karê bi dijminatî dijî Komara Îslamiya Îranê, wê rastî bersiva webirr û kavilkir a şervanên hêzên çekdar ve were û wê xerceke girantir ji şerrên sepandî yên berê li ser dijmin bisepîne. 

Fermandê Biryargeha Navendî ya Xatemulenbiyayêherwiha iqtidara Komara îslamiya Îranê piştevanê ewlehî û aramiya gel û rêkxweşkirê xizmetgihandina berpirsan bo welêt da zanîn û herwiha got: Dijmin piştî ku ji hêla leşkerî ve nekarî bigihîje encamê, hewl dide bi pêkanîna nakokiya di navbera gel û berpirsan de bigihîje armancên xwe lê parastina yekrêziya navxweyî, dê vê pîlana jî têk bide.