Berdevkê Artêşê: Tengerêya Hormizê heta pejirandina pergala îranî dê girtî bimîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358996-berdevkê_artêşê_tengerêya_hormizê_heta_pejirandina_pergala_îranî_dê_girtî_bimîne
Berdevkê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku heta dema ku Amerîka pergala qanûnî û mekanîzma li gorî xwesteka Îranê ji bo birêvebirina Tengerêya Hormizê qebûl neke, ev tengerê dê girtî bimîne.
(last modified 2026-07-16T14:52:48+00:00 )
Tîrmeh 16, 2026 18:17 Asia/Tehran
  • Berdevkê Artêşê: Tengerêya Hormizê heta pejirandina pergala îranî dê girtî bimîne

Berdevkê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku heta dema ku Amerîka pergala qanûnî û mekanîzma li gorî xwesteka Îranê ji bo birêvebirina Tengerêya Hormizê qebûl neke, ev tengerê dê girtî bimîne.

Emîr Serheng Ekremînya, tevî tekeziya ser vêya ku kontrola stratejîk a Tengerêya Hormizê bûye daxwazeke neteweyî, got: Hêzên çekdar dê ji vê stratejiyê paşda venekişin. Ekremînya herwiha tevî hişyardana bo Amerîka û welatên cînar, tekez kir ku, her bikaranîna axa welatên navçeyê ji bo kiryarên li dijî Îranê, dê bêbersiv neyê hiştin û tenha rêya vekirina Tengerêya Hormizê, bidawîanîna Amerîkayê ya kiryarên dijminane, pabendbûna bi sozan û pejirandina pergal û qanûnên li gorî xwesteka Komara Îslamî ya Îranê ye.