Emîrseîd Îrewanî: Êrişên Amerîkayê ser binesaziyan, mînaka cinayeta cengê ye
Nûnerê hertimî yê Îranê li NY xitabî sersekreterê NY û serokê dewrê yê Konseya ewlehiyê, êrişên Amerîkayê ser binesaziyên sivîl ên Îranê binpêkirina aşkera ya rêziknameya NY, mafên navnetewî yên mirovdostane û mînaka cinayeta cengê da zanîn û daxwaza karê demlidest ê Konseya Ewlehiyê ji bo sekinandina van êrişan kir.
Emîrseîd Îrewanî, nûnerê hertimî yê Îranê li NY, di vê nameyê de amajeyî dewama êrişên Amerîkayê ser navçeyên cûrbicûr ên welêt kir û ragihand: Parêzgehên başûr, bajarên peravî û benderên rexê Kendava Farsê û Tengava Hormizê ji wan Benderebas, Bûşêhr, Ehwaz, Çabihar, Kênarek, Cask, Sîrîk, Îranşehr, giravên Ebûmûsa û Tonba Mezin ketine ber êrişan. Di dewama van êrişan de bajarên Şîraz, Xoremabad, Sêmnan, Ûrmiye û Hemedan û Îlam jî ketine ber êrişan.
Balyozê Îranê li NY pêgîrî kir ku ev êriş bender, torên tiranzîtê, binesaziyên têkiliyan, navendên locêstîk û binesaziyên girîng ên din kirine hedef û xisarên berfireh pêk anîne, xisarên ku ji bilî pêkanîna aloziyan di tiranzît, bazirganî û alîkarîgîhandinê de, dûhatên berfireh ên ji hêla mirovî, aborî û jîngehê ve bi dû xwe ve anîne.
Îrewanî herwiha amajeyî hejmara kuştiyan kir û ragihand di encama van êrişan de zêde ji 35 kes şehîd bûne û zêde ji 260 kes birîndar bûne ku di nava wan de sivîl, hêzên alîkarîgîhandin û agirwemirandinê, jîngehparêz û masîgir jî hene û behsa êrişa ser nexweşxaneya Şehîd Beqayî ya Ehwazê, xisara li navendên dermankirinê, êrişa ser cihê mayîna leşkerên hêza bejahî ya Artêşê li Bempûrê, şehîdbûna hejmarej ji berevanên welêt û herwiha êrişa ser navendên sivîl ji wan sîloya gênim, binesaziyê ava madenî û birca kontrolkirina deryayî ya Çabiharê wekî hin mînakên van karan kir.
Balyozê Îranê li NY pêgîrî kir ku êrişa berdewam a ser binesaziyên sivîl û navendên xizmetguzariyê, mînaka aşkera ya cinayeta cengê ye û Amerîka berpirsa tam a hemû xisarên ji hêla canê mirovan, pere û jîngehê yên van êrişan e. Îrewanî ji sersekreterê NY û Konseya Ewlehiyê xwest di çarçoveya berpirsyariyên xwe ji bo bi dawîanîna êrişa Ameîrkayê û berpirszanîna vî welatî karekî lezghîn û bibandor bikin û pêgîrî kir Îran heta sekinandina van êrişan anegorî mafên navnetewî, wê berevaniya hakimiyet, yekperçetiya axê û berjewendiyên xwe yên netewî bike.