Di encama êrişên artêşa Amerîkayê ser Hormozganê de 8 kes şehîd bûn
Tîrmeh 17, 2026 18:28 Asia/Tehran
Di encama êrişên Pêşncemiyê bi şev û sibeha Îniyê yên artêşa Amerîkayê ser parêzgeha Hormozganê de 8 kes şehîd bûn û 19 kes jî birîndar bûn.
Ehmed Nefîsî, alîkarê beşa siyasî û ewlehiyê yê Parêzgariya Hormozganê bi ragihandina vî yekî got: Di encama van êrişan de 6 pire li mêhwera Benderebas û Larê li bajarê Bendera Xemîrê bûne hedef. Tevî vekirina cihên dewsgir, hatûçûna di vê rêyê de ji ber xisaran, hêdî ye. Wî herwiha basa derbeyên li rêya hesin a Benderebasê kir û got: Rawestgeha Fînê wekî rawestgeha dewsgir hate kivşkirin û hemû seferên bi tirenê ji vê rawestgehê ve têne birêvebirin.