Emîr-Ebdullahiyan: Gotinên cûdaxwazane yên Serokkomarê Tirkiyê em ecêbgirtî kirin
Alîkarê Taybet ê Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê di Karûbarên Navneteweyî de gotinên Serokkomarê Tirkiyê yên cûdaxwazane sebeba ecêb û heyêrî manê da zanîn.
Husên Emir-Ebdullahiyan, Alîkarê Taybet ê Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ji bo Karûbarên Navneteweyî, di bersiva gotinên vê dawiyê yên Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan de li ser Twîtterê nivîsî: "Cûdahî di navbera cînartiyê û çavberdana axa welatekê û mirazê dagirkirina wê heye; Serokomarê Tirkiyê, ji kerema xwe dîroka Îranê û bi taybetî dîroka Komara Îslamî ya Îranê bi diqet bixwîne.
Erdogan roja Pêncşemê ji bo beşdarî di merasîma leşkerî ya hêzên Komara Azerbaycanê de bi minasebeta rizgarkirina erdên bin kontrola Ermenistan çûbû Bakûyê û di vê merasîmê de ku Serokomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev jî beşdar bû, wî helbestek bi armanca cudaxwaziyê xwend, bêyî ku bizane armanca wê helbestên veqetîna bi zorê ya herêmên bakurê Arasê ji welatê wan a sereke anku Îranê ye.
Ev kiryara Erdogan ku ji bu xwefilitandina ji pirsgirkên navxweyî dest daniye ser provaksiyonên nijadperestî û şovonîstî, rastî bertekekên tund û tûj ji aliyê karbidestên îranî û bikarhênerên îranî li fezaya sayberî û tûrên civakî yên wekî Twitterê hat.