Îran: Vegerandina boykotan dê dawiya rola Ewropayê di bernameya navokî de be
Tîrmeh 15, 2025 21:31 Asia/Tehran
Wezîrê Derve yê Îranê weke berteka li himber gefên Ewropayê ji bo vegerandina boykotan ev kiryar wekî êrişeke leşkerî bi nav kir.
Ebas Eraqçî di gotûbêja ligel rojnameya Lo Mond vegera boykotan ji aliyê Troîkaya Ewropî (Fransa, Almanya û Inglîzê) ve wekî gavek ku dikare têkiliyên Îran-Ewropayê bigihîne ciheke herî tarî ya dîroka wan nirxand.
Eraqçî tekez kir ku Îran êdî dîplomasiya yekalî ya ku li dijî berjewendiyên wê yên neteweyî be qebûl nake, û gaveke wiha dê bibe sedema bidawîhatina rola Ewropayê di bernameya navokî ya aştiyane ya Îranê de.