Tîrmeh 15, 2025 19:31 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê stargeheke bin erdê ya PKKê ji nav bir

Hêzên Artêşa Tirkiyê di çarçoveya Operasyona Pençika Kilîlê li Kurdistana Iraqê stargeheke bin erdê ya PKKê ji nav bir.

Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê ragihand ku ev veşartgeh 1800 metre dirêjatiya wê bû  û 33 ode têde hebûn ku piştî leşfkirinê, hemû çek, cebilxane û alavên ku hatine dîtin hatin îmhakirin û piştî ramalînê ew hatin ji kar xistin. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê tekez kir ku operasyonapaqijkirin û lêgerînê li herêma Kurdistana Iraqê berdewam dike û armanca vê operasyonê ew e ku binesaziya locîstîkî û stargehên PKKê bi tevahî ji holê were rakirin.

Serepeyv