Daxuyanîya Serokê Herêma Kurdistanê bo şermezarkirina êrişên vê dawiyê bi xwefiran
Tîrmeh 15, 2025 20:31 Asia/Tehran
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê êrişên bi xwefiran ser deverên cûrbecûr ên herêmê şermezar kir.
Nêçîrvan Barzani got: Duh û îro, meydanên niftê li herêmên Xurmale û Sersengê ketine ber êrişan. Ev êriş gefê li îstîqrar, serwerî û serxwebûna Iraqê û sermayeguzarên navxweyî û biyanî dixwin. Barzanî got: Pêwîst e ku hikûmeta Iraqê di vî warî de her tedbîrek lezgîn û pêwîst bigire da ku pêşiya dubarebûna van êrişan bigire û derbarê naskirina êrişkiran bikevin tevgerê û van ceza bikin.