Sibat 02, 2026 15:32 Asia/Tehran
  •  Dengvedana hişyarîdayîna rêberê Şoreşa Islamî himber Amerîkayê li medyayên navdewletî

Rêberê qedirgiran ê Şoreş Islamî ku di axavtina xwe ya duh da bi zelalî Amerîka hişyar kir, wê hişyarkirinê bi awayekî berfire li medyayên navdewletî deng veda.

Di yekem roja Dehika bimbarek a Fecrê wek dehika serketina Şoreşa Islamî da, rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî di hevdîtina digel bi hezaran kes ji çîn u qatên curbicur ên gelê Îranê da got: Gel fitneya amerîkî-sîyonîstî ya vê dawîyê fenanî hemî komployên berê vemirand û ev gela yê di siberojê da jî bi rêvebirîya Xwedê teala her bûyerekê pûç bike. Wî pêgirî ser cewher u nasnama amerîkî-sîyonîstî ya fitenay vê dawîyê li Îranê kir u derbara hegera kîn u dijminatîya Amerîkayê himber Îranê da got: Amerîka dixwaze Îranê daqurtîne, lê gelê Îranê u Komara Islamî berbendê ser rêya vê yekê ne; di rastîyê da sûcê gelê Îranê eva ye ku ji Amerîkayê ra gotîye tu karekî bêçine dikî ku dixwazî welatê me daqurtînî.

Ajansa Nûçeyan a Reutersê jî bi vê serdêrê amajeyî axavtina rêberê Şoreşa Islamî kir: Îranê derheq şerê navçeyî di dema êrişa Amerîkayê da hişyarî da û artêşên YEyê ``terorîst`` bi nav kir.

Ajansa Nûçeyan a Anaduloyê jî di vî warî da nivîsî: Ayetullah Elî Xamineyî rêberê Îranê roja yekşemê hişyarî da ku êrişa Amerîkayê ser Îranê dê bibe sedema şerê herêmî.

Ji hêla din va, Belavoka Polîtîko çapa Amerîkayê di vî warî da nivîsî: Rêberê Îranê got ku heke hêzên amerîkî êrişî Îranê bikin, dûhatên wê yê seranserê Rojhilata Navînê bigirin ber xwe. Wî herwiah got ku divê amerîkî bizanin ku heke şerekî dest pê bikin, şerê vê care yê şerekî navçeyî be.

Bîzînes Standardê jî di raporekê da amajeyî gotinên rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî kir û nivîsî: Rêberê qedirgiran ê Îranê roja yekşemê Amerîka hişyar kir ku heke ``şerekî destpê bike, vê carê yê şerekî herêmî be.``Ev gotina Ayetullah Xamineyî gefa herî zelal e ku heta nika hilêxistîye.

Şebekeya Al Jazzerayê jî di vî warî da ragihand: Ayetullah Xamineyî rêberê Îranê, Amerîka hişyar kirîye ku her cure êerişa ser welatê wî yê bibe sedema şerekî navçeyî. Wî li Têhranê got: Ew divê bizanin heke vê carê şerekî dest pê bikin, ew dê bibe şerekî navçeyî.

Ajansa Nûçeyan a Associated Pressê jî amajeyî beşeke axavtina rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî kir û nivîsî: Ayetullah Xamineyî roja yekşemê hişyarî da ku her êrişeke ji hêla Amerîkayê va yê bibe sedema şerekî navçeyî li Rojhilata Navînê.

Al Neşreyê jî nivîsî: Rêberê Îranê ragihand: Amerîkî divê bizanibin heke vê carê şerekî dest pê bikin, ew şrrea yî navçeyî be.

Kanala Al Manar a Libnanê jî bi serdêra ``Imam Xamineyî: Îran yê destpêkerê şêrr nebe, lê yê derbeke giran li her destdirêjkerekî bixe`` wiha ragihand: Rêberê Şoreşa Islamî pêgirî kir ku gelê Îranê bi awayekî xurt himber her destdirêjîyekê bersivê dide, Îran ne destpêkerê şêrr e, lê himber her êrişekê bersiveke teqil dide u êrişeke bi vî rengî ser Îranê diqewime bibe sedema şerê navçeyî.   

Serepeyv