Çile 29, 2026 21:57 Asia/Tehran
  •  Hişyariya Edhem Barzanî derbarê her cure maceraheziya Amerîkayê li dijî Îranê

Edhem Barzanî, tevî hişyariya derbarê gefa li dijî Îranê got: Her cure gef an êrişek ser Îranê dê bibe sedema şoka herî mezin a aborî ya li dîroka cîhanê.

Edhem Barzanî, siyasetmedarê Herêma Kurdistanê, ragihand ku Îran welatekî bihêz ê navçê ye û divê şiyanên wê neyên paşguhkirin an hindik bên nirxandin û got ku gef an êrişa muhtemel ser Îranê dikare bibe sedema recifk û şoka herî mezin a aborî di dîroka cîhanê de û bêîstîqrariya berfireh li Rojhilata Navîn, ji ber ku Tengava Hormuzê niha girîngiyeke zêde heye û nêzîkî ji sedî 30 yê nift û enerjiya cîhanê bi vê rêyê tê hinardekirin. Girêdan an astengkirina veguhastina nift, enerjî û kelûpelan bi rêya Tengava Hormuzê dê cîhanê rastî qeyraneke berfireh bike.

Wî got: Her cure gef an êrişeke muhtemel ser Îranê dê tevahiya herêmê û bi taybetî Rojhilata Navîn, bixe xetereke mezin û dê bandorên rasterast û giran li ser bêîstîqrarî, jiyana hevbeş a gelan û têkçûna ewlehiya giştî li vê erdnîgariyê bike 

Serepeyv