Derbara sekinandina karê Rêxistina Pizişkên Sînorneas da li Zîvala Xezzeyê hişyarî hat dayîn
Rayedarekî dezgeheke mafên merivan ragihand ku biryara Rejîma Sîyonîst a bidawîhanîna çalakîyên Rêxistina Pizişkên Sînornenas di çarçova sîyaseta zordayîn u bacxwestinê ya berdewam a Rejîma Sîyonîst a himber rêxistin u dezgehên çalak ên mafên merivan li vê herêmê hatîye dayîn.
Semîr Zeqût Cîgirê Serokê Dezgeha Mafên Merivan a Mîzan`ê got: Biryara Rejîma Sîyonîst a bidawîhanîna çalakîyên Rêxistina Pizişkên Sînornenas di çarçova sîyaseta zordayîn u bacxwestinê ya berdewam a Rejîma Sîyonîst a himber rêxistin u dezgehên çalak ên mafên merivan li vê herêmê hatîye dayîn.
Wî herwiha got: Ev biryara dihat payîn, nemaze piştî ku Rêxistina Pizişkên Sînornenas ji razîbûna xwe ya ser raberkirina lîsteya nave karmendan, cîyê niştecîbûna wan û agahîyên têkildarîî malbatên wan bo hêzên Rejîma Sîyonîst a dagirker vekişîya. Zeqût herwiha got: Rejîma dagirker berdewambûna karê rêxistinên merivdost li Zîvala Xezzeyê bi dayîna serpikîyên bitaluke û qebûlkirina mercên wê rejîma dagirker va girêdaye.
Rêvebirê Navenda Dermankirina Penceşêr ya Xezzeyê jî derbara dûhatên daxistîbûna derbasgeha Refehê ji bo nexweş û birîndaran de hişyarî da û pêgirî kir ku vê rewşê tenduristîya wan xistîye qonaxeke gellekî bitaluke û bi awayekî rasterast gefê li canê bi hezaran nexweşî dixwe.
Dr. Mihemed Ibrahîm Ebû Neda Rêvebirê Navenda Dermankirina Penceşêr yaXezzeyê herwiha got: Nika nêzî 20 hezar nexweş li benda wergirtina izna seredana derveyî Filistînê bi merema dermankirinê ne ku nêzî 4 hezar kes ji wana nexweşê Penceşêrê ne; nexweşên ku ti xizmeteke dermankirinê ji bo wan li Zîvala Xezzeyê tineye.
Fîlîp Lazarînî Serkomîserê Ajansa Alîkarîgîhandin u Karpeydakirina bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) jî ragihand ku şîdeta Rejîma Sîyonîst li rexê rojavaya çemê Urdinê rabûye asteke bêmînak û êrişên bajaroknişînên sîyonîst jî didomin u filistînî bi berdewamî li ber gef, derxistin û têkçûna debarê ne.
Di encama wan şîdetana da heta nika 1100 filistînî hatine şehîdkirin u nêzî 11 hezar u 500 kes hatine birîndarkirin u zêde ji 21 hezar kes jî hatine desteserkirin.