Destpêkirina bicihanîna rêkevtinameya kurdên Sûrîyê û rejîma Colanî
Rêkevtinameya tam a ku di navbera kurdên Sûrîyê û rejîma Colanî da hatibû wajokirin, bicihanîna wê ji îro va dest pê bû.
HSD ji duh va di çarçova destpêkirina bicihanîna rêkevtinameya bi Şamê ray a ji bo tevlêkiirna dezgehên kurd di nav rejîma Colanî da, li şarên Heseke û Qamişloyê li bakur- rojhilata Sûrîyê qedexeya hatin u çûyînê ragihand. Rayedarên Şamê û fermandarên HSD roja înîyê rêkevtinameyeke tam ji bo tevlikirina dezgehên sivîl u leşkerî yên bakur u rojhilata Sûrîyê di nav hikûmeta vî welatî da wajo kirin.
Mezlûm Ebdî Serfermandarê HSD jî ragihand ku bicihanîna vê rêkevtinameyê dê ji îro va dest pê bibe u hêzên kurd u hêzên emnî yên rejîmê yê ji xetên rûbirûbûnê li bakur- rojhilat û şarê Kobanîyê vekişin û komeke hêzên emnî yên rejîma Colanî derbasî Heseke u Qamşloyê bibin.
Di vê çarçovê da Desteya Wezareta Karên Navxwe ya hikûmeta demkî ya Sûriyê gihişt bajarê Hesekê û bi berpirsên Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) re civiya.