Dewama nakokiya leşkerî li başûrê Sûriyê
Tîrmeh 15, 2025 16:31 Asia/Tehran
Bi berdewamiya aloziyên leşkerî li başûrê Sûriyê fermandarê Yekîneya Ewlehiya Navxweyî ya parêzgeha El-Swêdayê derbarê cihanîna rêzikên qedexya derketina derve agahî da.
Fermandarê Ewlehiya Navxweyî yê Parêzgeha Siwêdayê li başûrê Sûriyê ragihand ku ji siet 8 sibê li gor dema herêmî heta demeke nediyar qedexeya derketina derve li bajarê Siwêdayê tê ragihandin. Wezareta Karên Hundir her wiha ragihand ku, hevdem qedexeya derketina derve hate ragihandin, Hêzên Wezareta Karên Hundir û Wezareta Berevaniyê derbasî vî bajarî bûne. Çavkaniyên nûçeyan her wiha derbarê êrişên esmanî yên Îsraîlê ser derdora bajarê Ezre li derdora Derayê agahî dan. Ev êriş hewşa tîpa 12emîn a Artêşa Sûriyê ya li nêzî Ezreyê kiriye armanc.