Tîrmeh 15, 2025 17:31 Asia/Tehran

Êrişên Rejîma Siyonîst ser deverên curbicur yên Xezzeyê berdewam dikin.

Medyaya Filistînî ragihand ku di encama êrişên îro ser deverên xelknişîn li Xezzeyê de herî kêm pênc kes şehîd bûne û çend kesên din jî birîndar bûne.

 Di encama van êrişan de Ferec El-Xûl, endamê Meclisa Qanûndanînê ya Filistînê û qariyekî navdar li Xezzeyê jî  şehîd bûn. cinayetên dagirkeran li Xezzeyê di demekê de  berdewam dikin  ku hêzên berxwedanê yên Filistînî ji hêzên dagirker dikujin.

Seraya El-Qudsê ragihand ku wan bi mûşekeke 107  û hawanan  , leşkerên siyonîst dane ber êrişan.Artêşa Rejîma Siyonîst îro bi fermî piştrast kir ku sê leşkerên wê di êrişên berxwedana Filistînî de li bakurê Xezzeyê hatine kuştin.

Serepeyv