Tîrmeh 15, 2025 18:31 Asia/Tehran

25emîn Civîna Konseya Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Şanghayê îro li Çînê hat li dar xistin.

Ebas Eraqçî , Wezîrê Derve yê Îranê di 25emîn civîna Konseya Wezîrên Derve ya Rêxistina Hevkariya Şanghayê bal kişand ser êrişa vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst û Amerîkayê ser Îranê û ew wek destdirêjiya eşkere, cinayeta bi karesat ser sivîlan bi nav kir ku di encamê de zêdetirî 6 hezar û 850 kes, ji wan jin, zarok, akademîsyen û fermandarên leşkerî şehîd bûn an jî birîndar bûn.Eraqçî got: Êrişên ku ji aliyê Amerîka û Rejîma Siyonîst ve li dijî teşkîlatên navokî yên aştiyane yên Îranê hatine kirin, binpêkirineke eşkere ya Peymana belavnekirina Çekên navokî û gelek biryarnameyên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî ne.Eraqçî ji serokên Rêxistina Hevkariya Şanghayê xwest  ku bi zûtirkê rewşa  destdirêjiyê binirxînin û biryarekê bidin da ku piştgiriya siyasî ya pêwîst bidin vî welatî. Wezîrê Derve yê Îranê berî vê civînê hevdîtineke dualî bi Serokkomarê Çînê re pêk anî.Eraqçî her wiha bi Sergey Lavrov  hevkarê xwe yê Rûsî re civiya û tekezî lser girîngiya çareserkirina pirsgirêka navokî ya Îranê bi rêbazên siyasî û dîplomatîk kir. Ebas Eraqçî  di kêleka vê civînê de bi wezîrên derve yên Hindistan, Ozbekistan û Qirqîzistanê re jî hevdîtinên pêk anî.Hêjayî gotinê ye ku Civîna Wezîrên Derve yên Şanghayê îro dest pê kir û sibê jî bi mazûvaniya Wezareta Karên Derve ya Çînê berdewam dike.  Berfirehkirina hevkariya ewlehiyê  bona rawestana li ber terorîzmê,piştgiriya  ji çenalîxwaziyê, xurtkirina bazirganiya herêmî û berfirehkirina rola rêxistinê di rêziknameyên jeopolîtîk ên Ûrasyayê  ji mijarên herî giring ên vê civînê hatien zanîn. 

Serepeyv