-
6 haletên nû yên tûşbûna bi Koronayê li Hewlêrê hatin tomarkirinê
Adar 24, 2020 08:24Wezareta Tenduristî û Dermankirinê ya Herêma Kurdistanê jordaçûna lezgîn a hejmara tûşbûyîyên Koronayê li wê Herêmê piştrast kir û ragihand ku 6 haletên nû yên tûşbûnê li Hewlêrê hatin tomarkirinê.
-
9 tûşbûyîyên Koronayê li Silêmaniyê baş bûne
Adar 23, 2020 11:39Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihand, 9 kesên li bajarê Silmaniyê bi vîrusa Koronayê ketine baş bûne û vegeriyane malên xwe.
-
Li Herêma Kurdistanê 10 kesên din bi koronayê ketin
Adar 23, 2020 03:33Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku herî dawî 10 kesên din li parêzgeha Silêmaniyê encamên pişkinînên wan ên Koronayê pozîtîv derketine.
-
Wezîrê Tendirustiya Herêmê: Korona êdî derbasî nav civakê bûye û dibe ji kontrolê derkeve
Adar 22, 2020 12:18Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistana Iraqê peyameke hişyariyê belav kir û ragihand, ''vîrusa Koronayê gihîştiye nav tax û kolanan.''
-
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber jordaçûna hejmara tûşbûyîyên Koronayê li wê Herêmê dilgiranîya xwe nîşan da
Adar 22, 2020 12:10Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber jordaçûna hejmara tûşbûyîyên Koronayê li wê Herêmê dilgiranîya xwe nîşan da û ragihand ku ew jordaçûna hejmara pêketinê ji ber berçavnegiritna tam a rênimayîyên tenduristî û qerentînekirinê ji welatîyan ve ye.
-
Şeş çekdarên Tirkiyê ji aliyê PKK'ê va hatin kuştin
Adar 22, 2020 04:39Fermandarekî PKK'ê ragihand ku di encama çalakiya wan li dijî binkeyeke leşkerî ya Tirkiyê li navçeya Kanî Masiyê ya ser bi naavçeya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê, şeş leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û çar ji wan jî birîndar bûn.
-
Li Silêmaniyê 6 kesên din tûşî koronayê bûn
Adar 21, 2020 04:19Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li parêzgeha Silêmaniyê 6 kesên din tûşî vîrûsa koronayê bûne.
-
Mesrûr Barzanî: Em dê bi hev re evê qonaxê derbaz bikin
Adar 20, 2020 14:34Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Newrozê û sersalê pîrozbahî li gelê Kurdistanê û malbatên şehîdan û pêşmergeyan kir. Mesrûr Barzanî amajeyî bi rewşa niha û belavbûna vîrusa Koronayê kir û got: “Em îsal di rewşeke dijwar de pêşwazîyê li vê cejna niştimanî dikin, lê bi hevkariya hev em dê vê krîzê jî derbas bikin.”
-
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ji bo şopandina rewşê serdana Duhokê kir
Adar 20, 2020 14:10Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel desteyekê ji bo şopandina tedbîrên li dijî vîrusa Koronayê û agahdarbûn ji rewşa ziyandîtiyên lehiyên vê dawiyê, serdana parêzgeha Duhokê kir.
-
Nêçîrvan Barzanî: Em dê vê qonaxê jî derbas bikin û serkevin
Adar 20, 2020 13:49Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî li tevahiya gelê Kurd û welatiyên Herêma Kurdistanê pîroz kir û daxwaz ji gel kir, ku ji bo xweparastina ji vîrusa Koronayê li malên xwe bimînin.