Mesrûr Barzanî: Em dê bi hev re evê qonaxê derbaz bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314175-mesrûr_barzanî_em_dê_bi_hev_re_evê_qonaxê_derbaz_bikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Newrozê û sersalê pîrozbahî li gelê Kurdistanê û malbatên şehîdan û pêşmergeyan kir. Mesrûr Barzanî amajeyî bi rewşa niha û belavbûna vîrusa Koronayê kir û got: “Em îsal di rewşeke dijwar de pêşwazîyê li vê cejna niştimanî dikin, lê bi hevkariya hev em dê vê krîzê jî derbas bikin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 20, 2020 14:34 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî: Em dê bi hev re evê qonaxê derbaz bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Newrozê û sersalê pîrozbahî li gelê Kurdistanê û malbatên şehîdan û pêşmergeyan kir. Mesrûr Barzanî amajeyî bi rewşa niha û belavbûna vîrusa Koronayê kir û got: “Em îsal di rewşeke dijwar de pêşwazîyê li vê cejna niştimanî dikin, lê bi hevkariya hev em dê vê krîzê jî derbas bikin.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Mesrûr Barzanî hêviya xwe tîne zimîn, ku asteng bibin derfetek ji bo pêdeçûnê û xweparastina bêtir û tekez kir, ev rewşa niha me rijd dike ku çaksaziyan bidomînin.

Mesrûr Barzanî amaje bi rewşa niha ya li Herêma Kurdistanê piştî belavbûna vîrusa Koronayê dike û diyar dike: “Wek hûn dizanin bi sedema belavbûna vîrusa Koronayê û bandorên wê yêna borî, em di rewşeke dijwar de vê cejna niştimanî pîroz dikin. Spasiya we dikim ji ber pabendbûna we bi rênimayên tendirsutiyê û ew rêkarên ku me bo silametî û parastina we kivş kirine, ji wan jî sînordarkirina hatinçûnê. Piştrast bin, ku bi alîkariya hev em dê vê krîzê jî derbas bikin, çawa ku di demên bihorî de, bi berxwedanê em bi ser rewşên gelek dijwar de serkevtin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser “cîbicîkirina reformên darayî û kargêrî” dike û dibêje, ew yek ji karên herî li pêş ên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistamnê ye û “ev rewşa niha jî me rijdtir dike ku encamdana reforman bidomînin.”