Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Parlamentoya Îraqê li Hewlêrê civiyan
Îlon 11, 2026 15:47 Asia/Tehran
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî u Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî li Hewlêrê civîyan.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê, mijara sereke ya hevdîtinê taybet bû bi rewşa navxwe ya Iraqê, li rex vê mijarê, kontrolkirina çekan, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û jî hatin hilkolandin.
Her du alî hemfikir bûn ku ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye.
Nêçîrvan Barzanî di vê civînê da piştgirî da kontrolkirina çekan a di destê dewletê de u pêgirî ser çareserkirina vê mijarê ya bi rêya diyalog û lihevkirinê.