Nêçîrvan Barzanî: Em dê vê qonaxê jî derbas bikin û serkevin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314172-nêçîrvan_barzanî_em_dê_vê_qonaxê_jî_derbas_bikin_û_serkevin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî li tevahiya gelê Kurd û welatiyên Herêma Kurdistanê pîroz kir û daxwaz ji gel kir, ku ji bo xweparastina ji vîrusa Koronayê li malên xwe bimînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 20, 2020 13:49 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Em dê vê qonaxê jî derbas bikin û serkevin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî li tevahiya gelê Kurd û welatiyên Herêma Kurdistanê pîroz kir û daxwaz ji gel kir, ku ji bo xweparastina ji vîrusa Koronayê li malên xwe bimînin.

Nêçîrvan Barzanî di vê peyama xwe de spasiya tîmên tendirutî, polîs, asayiş, Zêrevanî û Pêşmerge, hêzên ewlehiyê, karmendên firokexaneya û deriyên sînorî û hemû aliyên peywendîdar dike û dibêje, “ew di rêza herî pêş a rûbirûbûna vîrua Koronayê û metirsiyên wê de ne û canê hemwelatiyan diparêzin”. Barzanî diyar dike, ew kes ji bo parastina me li ser kar in û ji bo alîkariya wan, divê em li malê bimînin.

Serokê Herêma Kurddistanê amaje bi metirisyên belavbûna vîrusa Koronayê dike û qonaxa niha wek qonaxeke dijwar bi nav dike û dibêje: “Newroza îsal di rewşeke dijwar de tê, ku Herêma Kurdistanê wek piraniya welatên cîhanê rûbirûyê metirsiyên belavbûna vê şewbê bûye. Di van şert û mercan de divê em hemû pabendî rênimayiyên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Newroz cejn û sembola serkevtinê ye û divê wek hertim hêz û wêrekiyê bide me. Bi pabendbûnê û alîkariya hemwelatiyan li gel aliyên peywendîdar, em dê vê qonaxa dijwar jî derbas bikin û serkevin.”