Li Silêmaniyê 6 kesên din tûşî koronayê bûn
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li parêzgeha Silêmaniyê 6 kesên din tûşî vîrûsa koronayê bûne.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî ragihand ku roja Înê 20ê Adarê li parêzgeha Silêmaniyê encama testa 6 kesên din li Silêmaniyê pozîtîv derketiye û tûşî vîrusa Koronayê bûne.
Bi vê yekê hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine, giheşt 47 kesan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê testa 27 gumanbarên li Hewlêrê, 64 gumanbarên li Silêmanî û 78 gumanbarên li Duhokê hate kirin û tenê ya 6 kesan pozîtîv bûye.
Saman Berzencî diyar kir ku ji wan kesên bi vîrûsa koronayê ketine, yek jineke 24 salî ye û yên din jî zilam in û temenê wan di navbera 23 sal heta 70 salî de ye.
Berzencî da zanîn ku sê tûşbûyên virûsê mirovên wî melayê ku pêştir li Silêmaniyê ji ber vîrusa koronayê canê xwe ji dest dabû ne û yek jî ji Spanyayê vegeryaye.
Lli gor daxûyanîya Wezareta Tedirustiyê ya Herêma Kurdistanê, ji destpêkê ve heta niha 13 tûşbûyên vîrusa COVID-19 baş bûne.
Ji 47 kesên ku heta niha li Herêma Kurdistanê tûşî vê nexweşiyê bûne, 34 kes ji Silêmaniyê û 9 kes jî ji Hewlêrê û yek jî ji Duhokê bûye.