-
Sedir ji xwenîşanderan xwest xwe ji tundî û pevçûnan dûr bêxin
Sibat 09, 2020 05:45Serokê Tevgera Sadr Mûqteda Sadr xwest ku xwenîşandan bi awayekî bi aştî û dûr ji pevçûnan berdewam bikin.
-
Esayîb Ehlî Heq hişyarî da hêzên Amerîkayê li Iraqê
Sibat 09, 2020 05:38Sekreterê giştî yê Esayîb Ehlî Heq ya Iraqê got: Ger hêzên amerîkî terka Iraqê nedin, bitenê komên şîyî yên Iraqê nînin ku li hemberî wan çekan radikin belkî li parêzgehên sunînişîn ên wekî Selahedîn, Enbar û Mûsilê jî ewê rastî bersiva xelkê ya bi çekan werin.
-
Tevgera Sedr û neraziyan jibo pêkanîna aramiyê û paşvekişiyana Kumşînan li hev kirin
Sibat 08, 2020 17:23Çalakên nasyar ên nerazîtiyên gelanî li Bexda û parêzgehên din ên Iraqê û hin nûnerên Tevgera Sedr piştî çend rojan pevçûnê derbarê pêkanîna aramiyê li hev kirin.
-
Iraq dijî her cûre asayîkirina pêwendiyan bi Israîlê ra ye
Sibat 08, 2020 13:17Serokê Parlimana Iraqê di civîna awarte ya Parlimanê da pêgirî kir ku welatê wî li dijî her cûre asayîkirina pêwendiyên tev Israîlê ye.
-
Pêgirîya endamekî Lêjneya Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê ser derxistina hêzên emerîkî ji Iraqê
Sibat 08, 2020 13:06Kerîm Elîwî, endamê Lêjneya Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê got: Em qet dev ji biryara derxistina hêzên emerîkî ji wî welatî bernadin.
-
Xezelî: Bila hêzên çekdar ên Iraqê ligorî daxwaza Merceyê Dînî ewlehîyê dabîn bikin
Sibat 08, 2020 05:47Rêberê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê ji Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Iraqê xwest ku gotin û daxwaza Merceyê Pillebilind têkildarî cihanîna erkên hêzên çekdar ên jibo dabînkirina ewlehîya xwenîşanderan û vegerandina iqtidarê bo dewletê cih bîne.
-
Hevalbendîya Alîyên Iraqî: Divê Ellawî hewil bide xwe nêzîkî xweînşanderan bike
Sibat 07, 2020 14:43Endamekî Hevalbendîya Alîyên Iraqî li Parlimana Iraqê ragihand ku hewlên Serokwezîrê rasipardî jibo pêkanîna hikûmetê girîng in lê piştgirîya ji hikûmeta wî maye ser karnama hikûmeta wî û divê Serokwezîrê rasipardî hemî hewlên xwe bixe dewrê jibo ku nêzîkî xwenîşanderan bibe.
-
Ayetullah Seyid Elî Sîstanî: Êrîşa ser neraziyan ji aliyê her komekê va şermezarkirî ye
Sibat 07, 2020 13:19Ayetullah Seyid Elî Sîstanî, Merceyê pillebilind ê dînî yê Iraqê bi daxuyaniyekê ku ji aliyê Seyid Ehmed Safî Pêşnimêj û nûnerê wî li Kerbelayê va hat xwendin, êrîşa ser neraziyan ji aliyê her kom an bereyekê va şermezar kir.
-
Ebdulmehdî fermana lêkolînê derbarê bûyerên li Necefê de da
Sibat 07, 2020 05:23Serokwezîrê delweta karpêşdebir a Iraqê fermana lêkolînê derbarê bûyerên li şarê Necefê de da.
-
Cîgirê Serokê Parlimana Iraqê: Bila amerîkî zûka ji Iraqê derkevin
Sibat 07, 2020 04:31Cîgirê Serokê Parlimana Iraqê wek berteka himberî destwerdanên berdewam ên Balyozxana Amerîkayê di karên navxweyî yên Iraqê de got: Waşîngton divê zûka hêzên xwe ji Iraqê derxe.