Iraq dijî her cûre asayîkirina pêwendiyan bi Israîlê ra ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313002-iraq_dijî_her_cûre_asayîkirina_pêwendiyan_bi_israîlê_ra_ye
Serokê Parlimana Iraqê di civîna awarte ya Parlimanê da pêgirî kir ku welatê wî li dijî her cûre asayîkirina pêwendiyên tev Israîlê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 08, 2020 13:17 Asia/Tehran
  • Iraq dijî her cûre asayîkirina pêwendiyan bi Israîlê ra ye

Serokê Parlimana Iraqê di civîna awarte ya Parlimanê da pêgirî kir ku welatê wî li dijî her cûre asayîkirina pêwendiyên tev Israîlê ye.

Li gorî rapora malpera Firat Newsê, Mihemed Helbûsî her wiha got: Iraq çareseriya yekalî ya kêşeya Filistînê red dike.

Helbûsî destnîşan kir ku gelê Iraqê dê li kêleka gelê Filsitînê jibo diyarkirina çarenivîsa xwe bisekine.

Wî her wiha got: Iraq li dijî plana bi navê Danûstandina Sedsalê ye û helwêsta gelê me pêkhatî ji baweriya wî bi yekîtî û yekparçetiya cîhana Ereban e.

Serokê Parlimana Iraqê her wiha got: Her çend ku Iraqê gellek pirsgirêk dîtine, lê tu wextî berpirsiyariya xwe derheqê Cîhana Ereban dê ji bîr neke û daxwaza mafên dîrokî yên welatiyên Filsitînî kiryareka kirêt nîne.

Wî got: Em hewcedara wê yekê ne ku rûhê têîkoşînê li Cîhana Ereban jibo vegerandina Filistînê careka din were vejiyandin.

Helbûsî her wiha daxwaza lidarxistina civîna bilez a Parlimana Erebî li Filistînê bixwe kir.