Cîgirê Serokê Parlimana Iraqê: Bila amerîkî zûka ji Iraqê derkevin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312950-cîgirê_serokê_parlimana_iraqê_bila_amerîkî_zûka_ji_iraqê_derkevin
Cîgirê Serokê Parlimana Iraqê wek berteka himberî destwerdanên berdewam ên Balyozxana Amerîkayê di karên navxweyî yên Iraqê de got: Waşîngton divê zûka hêzên xwe ji Iraqê derxe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 07, 2020 04:31 Asia/Tehran
  • Cîgirê Serokê Parlimana Iraqê: Bila amerîkî zûka ji Iraqê derkevin

Cîgirê Serokê Parlimana Iraqê wek berteka himberî destwerdanên berdewam ên Balyozxana Amerîkayê di karên navxweyî yên Iraqê de got: Waşîngton divê zûka hêzên xwe ji Iraqê derxe.

Hesen Kerîn Keibî Cîgirê Serokê Parlimana Iraqê destwerdanên Balyozxana Amerîkayê di karên navxweyî yên Iraqê de şermezar kirin û got ku Amerîka bidû komployê li Iraqê ye.

Balyozxana Amerîkayê li Bexdayê roja Çarşemê di daxûyanîyeke destwerdanane de ji dewleta Iraqê xwest pêşîya tişta ku ''tepeserkirina nerazîyan'' li şarê Necefê bi nav kir, bigire.

Şehedî û şopên curbicur nîşan didin ku xwenîşandanên li Iraqê xweristî nînin belkî destê bîyanîyan di birêxistina wan de heye.

Tabûrên Hizbullaha Iraqê vê dawîyê ragihandin ku dewleta Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst û hin rêjîmên Ereb ji wan Erebistan û Imarat ji ber nerazîbûna ji sîyasetên bexdayê, destê wan di nearamîyên vê dawîyê li Iraqê de heye.

Piştî rêzkiryarên bikîn ên Amerîkayê dijî Iraqê û Mêhwera Berxwedanê nemaze piştî têrora necanmêrane ya serdar Sipehbod Hecî Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî û Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê Heşdi Şeibîya Iraqê hestên dijî Amerîkayê li Iraqê tund bûne.