Sedir ji xwenîşanderan xwest xwe ji tundî û pevçûnan dûr bêxin
Serokê Tevgera Sadr Mûqteda Sadr xwest ku xwenîşandan bi awayekî bi aştî û dûr ji pevçûnan berdewam bikin.
Serokê Tevgera Sadr Mûqteda Sadr şeva borî di Twittekê de ji nerazî û xwenîşanderan xwest bila dest ji girtin û daxistina rê û meydan û pirên bajaran û gihandina ziyanê li malên gelêrî û çêkirina pirsgirêkan ji bona jiyana xelkê berdin .
Serokê Tevgera Sadr herwiha xwest xwenîşandan di çarçoveke baş û hundirîn werin birêvebirin û xwenîşander ji kesên ajawegêr û biyanî ku ketine nav wan bêzariya xwe diyar kin û xwe ji wan dûr kin û guh bidin ser tewsiye û şîretên merceyê mezin aytullah seyd elî Sîstanî.
Merceyîyeta olî li Iraqê îna borî bi weşandina daxuyaniyekê derbarê xwenîşandanan xwestibû ku bila hemû alî xwe ji şidetê dûr kin û dewleteke bi hêz li Iraqê pêk were.
Piştî peyama Mûqteda Sadr kesên weke "Kum Şîn" tên binavkirin û alîgirên Sadr in ji xwepêşandanan vekişiyan.
Çavkaniyeke ji hêzên ewlekariyê ragihand ku “Kum Şîn” hêzeke çekdar a bi ser Seraya Selam e û bi fermana Mûqteda Sadr hatiye avakirin, duh ji qadên Tehrîr û restorana Tirkî yên li Bexda vekişiyane.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih roja yekê Sbatê Muhemed Tofîq Elawî wek serokwezîrê nû yê Iraqê erkdarê pêkanîna kabîneya dewleta nû kir ku piştî vê yekê dîsa xwenîşandanên nerizamendiyê li hemberî vê yekê pêk hatin ku di encama pevçûnên roja çarşemê li bajarê Necefê di navbera Kum Şînan yên piştgirê Sedr û Kom Soran yên dijberê Sedr heşt kesan jiyana xwe ji dest dan û zêde ji 100 kes jî birîndar bûn.