Hevalbendîya Alîyên Iraqî: Divê Ellawî hewil bide xwe nêzîkî xweînşanderan bike
Endamekî Hevalbendîya Alîyên Iraqî li Parlimana Iraqê ragihand ku hewlên Serokwezîrê rasipardî jibo pêkanîna hikûmetê girîng in lê piştgirîya ji hikûmeta wî maye ser karnama hikûmeta wî û divê Serokwezîrê rasipardî hemî hewlên xwe bixe dewrê jibo ku nêzîkî xwenîşanderan bibe.
Zafir Anî Endamê Hevalbendîya Alîyên Iraqî li Parlimana vî welatî got: Hela zû ye mirov têkildarî şîyanên Ellawî jibo pêkanîna hikûmetê yan wergirtina debngê pêbawerîya pirranîya Parlimanê biryarê bide, rikeberî ji nika ve destpê bûye.
Wî herwiha got: Kivşkirina Mihemed Tofîq Ellawî jibo posta Serokwezîrtîya iraqê di dem û rewşekê da bûye ku hêzên sîyasî di nav qeyranê de bûn.
Zafir Anî Endamê Hevalbendîya Alîyên Iraqî li Parlimana vî welatî herwiha got: Divê Serokwezîrê rasipardî hemî hewlên xwe bixwe dewrê jibo nêzîkbûna li xwenîşanderan neku em ê pêrgî tundî û tîjîyê bibin.
Wî di dawîyê de got ku nêrîn û helwesta Hevalbendîya wan maye ser bernama hikûmeta Ellawî ku şîyana karkirinê hebe û hevdengê daxwazên welatîyan be.