Esayîb Ehlî Heq hişyarî da hêzên Amerîkayê li Iraqê
Sekreterê giştî yê Esayîb Ehlî Heq ya Iraqê got: Ger hêzên amerîkî terka Iraqê nedin, bitenê komên şîyî yên Iraqê nînin ku li hemberî wan çekan radikin belkî li parêzgehên sunînişîn ên wekî Selahedîn, Enbar û Mûsilê jî ewê rastî bersiva xelkê ya bi çekan werin.
Sekreterê giştî yê Esayîb Ehlî Heq ya Iraqê Qeys Xezelî şeva borî terorkirina serdar Silêmanî û Ebûmehdî El-Muhendis wek ziyaneke stratejîk ji Waşîngtonê da zanîn û got: Ev kiryara terorîstî despêkek ji bo bidawîhatine mayîna hêzên amerîkî li Iraqê ye.
Qeys Xezelî herwiha diyar kir ku Amerîka û Îsraîl dê “bin bikevin” û got, “Berdêla xwîna Sulêymanî û el-Muhendis dê bi dawîkirina Îsraîlê be.”
Xezelî amaje bi banga bo amadebaşiya li çekdarên di bin kontrola xwe de kir û got, “Emê destkevteke mezin bi destbixin.”
Sekreterê giştî yê Esayîb Ehlî Heq got: Bi terorkirina fermandarên şehîd, plana berxwedanê bi awayekî pratîk li Iraqê despê bûye û ev plana wê sala 2022 bikemile.
Wî herwiha xwestekên komên iraqî ji serokwezîrê nû yê Iraqê Muhemed Tufîq Elawî wekiland û got: şerta komên berxwedanê û netewê Iraqê ji bo serokwezîr derxistina hêzên amerîkî ji I
Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê serdar Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din, roja Înê 3ê çileya 2020 di êrîşa terorîstî ya Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê şehîd bûn.