Ebdulmehdî fermana lêkolînê derbarê bûyerên li Necefê de da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312957-ebdulmehdî_fermana_lêkolînê_derbarê_bûyerên_li_necefê_de_da
Serokwezîrê delweta karpêşdebir a Iraqê fermana lêkolînê derbarê bûyerên li şarê Necefê de da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 07, 2020 05:23 Asia/Tehran
  • Ebdulmehdî fermana lêkolînê derbarê bûyerên li Necefê de da

Serokwezîrê delweta karpêşdebir a Iraqê fermana lêkolînê derbarê bûyerên li şarê Necefê de da.

Roja Çarşemê li Meydana Sedrîn a Necefê di navbera yar û neyarên Muqteda Sedir nasyar bi Kumşînan de pevçûnên giran derketin ku di encama wan de herîkêm 8 kes hatin kuştinê û 100 kes jî birîndar bûn.

Bûyerên ku roja Çarşemê li Necefê qewimîn, xwînavîntirîn bûyerên nerazîbûnên li meydanên şarên Iraqê mideha 2 mehên buhurî de bûn.

Wezîrê Karên Hundur ê Iraqê Yasîn Yasirî şeva buhurî ragihand ku Serokwezîrê Karpêşdebir ê Iraqê Adil Ebdulmehdî fermana pêkanîna lêjneyeke lêkolînê derbarê bûyerên Necefê de daye.

Piştî ku Mihemed Tofîq Ellawî Şemîya buhurî jibo pêkanîna kabîna nû ya Iraqê hat nasandin û rasipardinê, Muqteda Sedir Rêberê tevgera Sedrê piştgirî da Serokwezîrê nû û ji hogirên xwe xwest ku di warê sekinîna himberî ajawegêr û xirabkeran de û girtina pêşîya xirabkirina cihên giştî û girêdana rêyan de alîkarîya hêzên ewlehîyê bikin.