Çandî - Hunerî-Werzişî
-
Will Smith bi qasî 10 salan ji beşdariya li Oskarê hat bêparkirin
Nîsan 12, 2022 05:35Will Smith ji ber sîleya ku di merasima Oskara 2022an da li rûyê Chris Rock, pêşkêşkarê vê merasimê da, bi qasî 10 salan ji beşdariya di merasima Oskarê an her akademiyeke din hat bêparkirin.
-
Fûtbalîstê îranî bû berendamê xelata baştirîn berevanê dîroka Kupa Gelên Asyayê
Nîsan 11, 2022 13:14Mehdî Mehdewî-Kiya berevanê berê yê Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê bû berendamê baştirîn Berevanê dîroka Kupa gelên Asyayê.
-
Zarokê kirmaşanî di pêşbirka şêwekariyê ya Japonê da xelat wergirt
Nîsan 11, 2022 10:51Zarokê hunermend ê Navenda Perwerdehiya Fikirî ya parêzgeha Kirmaşanê ya Îranê di dora 12an a pêşbirka navneteweyî ya şêwekariya Jîngehê ya bi navê Kao li Japonê xelat wergirt.
-
Amedspor bi 3-1 tîma 24 Erzincanspor têk bir
Nîsan 10, 2022 22:13Di pêşbirka hefteya 34mîn a Lîga 2mîn a TFFê de, tîma futbolê ya Amedsporê mazûvaniya 24 Erzincansporê kir. Tîma Amedsporê bi encama 3-1 bi ser tîma 24 Erzincansporê de ket.
-
Encama pêşbirkeya tîmên neteweyî yên futsalê yên Efxanîstan û Tacîkîstanê wekhev derket
Nîsan 10, 2022 19:51Encama pêşbirka tîmên neteweyî yên fûtsalê yên Efxanistan û Tacîkistanê di pêşbirkên hilbijartinê yên kupaya Asyayê da wekhev derket.
-
Wezîrê Rêyan: Îran ji sê beşan piştgiriya Kûpaya Cîhanî ya Qeter 2022 dike
Nîsan 10, 2022 13:33Wezîrê Rê û Bajarsaziyê yê Îranê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê ji Kûpaya Cîhanî ya Qeterê ya sala 2022`an li sê warên bicihkirin, veguhestina hewayî û deryayî piştgirî dike.
-
Avjenîkerê astengdar ê Efxan, bû şampiyonê pêşbirkeyên Amerîkayê
Nîsan 09, 2022 20:07Ebas Kerîmî, Avjenîkerê astengdar ê Efxan, medala zêr di maça 50 metrî ya serbesta Amerîkayê de bi dest xist.
-
Rahênerên futbolê yên Îran û Amerîkayê red kirin ku pêşbirkeya di navbera her du tîman de siyaset bikin
Nîsan 09, 2022 19:48Rahênerên tîmên neteweyî yên futbolê yên Îran û Amerîkayê ji bersiva pirsa siyasî ya tora nûçeyan a BBCyê li bara pêşbirka her du tîman li Kûpaya Cîhanî ya Qeterê û girêdana wê bi gotûbêjên navokî dûr ketin û ji siyasîkirina vê maçê nerazî bûn nîşan dan.
-
Kurtefîlma derhênerê kurd "Berbaz" derbasî Festîvala Fîlman a Zelîn a Çek dibe
Nîsan 09, 2022 14:31Kurtefîlma derhênerê kurd Seyd Peyam Husênî ya bi navê “Berbaz” ji bo Festîvala 62.an a Navdewletî ya Fîlmanên Zarok û Nûciwanan li Zelîna Komara Çekê hat hilbijartin.
-
Di Kûpaya Cîhanê ya 2022an de li Qeterê Kîş û Qeşm mêvandariya temaşevanên futbolê yên cîhanê dikin
Nîsan 09, 2022 14:03Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Îranê ragihand: Kîş û Qeşm li Kûpaya Cîhanî ya 2022`an a Qeterê dê mazûvaniya temaşevanên futbolê yên cîhanê bikin.