Nîsan 12, 2022 10:05 Asia/Tehran
  • Will Smith bi qasî 10 salan ji beşdariya li Oskarê hat bêparkirin

Will Smith ji ber sîleya ku di merasima Oskara 2022an da li rûyê Chris Rock, pêşkêşkarê vê merasimê da, bi qasî 10 salan ji beşdariya di merasima Oskarê an her akademiyeke din hat bêparkirin.

Ev biryar piştî civîna konseya rêveberên akademiyê derbarê bersivdana bo kiryara Smith hat dayîn.

 

Li gorî rapora Euro Newsê, Akademiya Oskarê bi daxuyaniyekê ragihand: Biryar bû dora 94an a merasima Oskarê bibe cihyek ji bo sipasiya ji hejmareke zêde ya takên civaka me da di salên derbasbûyî da xebatine gelekî binirx kirine; Lê tevî vê yekê me dît ku ev merasim kete bin bandora reftara ziyanbar û nexweş a birêz Smith li ser dikê.

 

Will Smith wek bersiva vê biryarê got: Ez biryara akademiyê dipejirînim û rêz lê digirim.

Wî hefteyek beriya niha ji akademiya Oskarê istîfa kir û karê xwe wek "serhejîner, derdnak û bêhincet" da zanîn.

 

 

Serepeyv