Fîlma sînemayî ya 'Cenga Cîhanê ya sêyem' bi derhêneriya Homen Seyidî bû nûnera Îranê di Oskara 2023an da.
Will Smith ji ber sîleya ku di merasima Oskara 2022an da li rûyê Chris Rock, pêşkêşkarê vê merasimê da, bi qasî 10 salan ji beşdariya di merasima Oskarê an her akademiyeke din hat bêparkirin.
Will Smith lîstikvanê Hollywood'ê ji Akademiya zanist û hunerên wêneyî ya Sînemaya Hollywood'ê istîfa da û got ku sîleya wî li Chris Rockê pêşkêşkar li ser dika merasima Oskara îsal "serhejîner, derdnak û bêhincet" bû.
94’emîn dora Xelatên Oscarê bi merasimekê hatin belavkirin. Fîlmê “Dune” bi girtina 6 xelatan mohra xwe li şevê da. Derhêner Jane Campion xelata Derhênera Herî Serketî girti. Bi vê yekê di dîroka Oscarê de bû sêyemîn jin ku vê xelatê digire.
Kurtefîlma çîrokî ya 'Gotinên Şevê' bi nivîskarî û derhêneriya Umîd Ebdullahî derbasî dora bîstû duyem a Mihrîcana navneteweyî ya kurtefîlman a Izmîra Tirkiyê bû.
Fîlima "Xorşîd" yanî "Roj" a fîlimçêkerê îranî Mecîid Mecîdî di nav 10 şansên sereke yên wergirtina Oscarê ya navneteweyî de bû.