Nîsan 10, 2022 13:33 Asia/Tehran
  • Wezîrê Rêyan: Îran ji sê beşan piştgiriya Kûpaya Cîhanî ya Qeter 2022 dike

Wezîrê Rê û Bajarsaziyê yê Îranê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê ji Kûpaya Cîhanî ya Qeterê ya sala 2022`an li sê warên bicihkirin, veguhestina hewayî û deryayî piştgirî dike.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Rostem Qasimî" Wezîrê Rê û Bajarsaziyê yê Îranê êvariya şemiyê li dema giheştina xwe ya girava Kişê got: Kûpaya cîhanî ya FIFAyê yek ji bûyerên herî girîng û bibandor di qada navneteweyî de ye û di serdana Seyd Îbrahîm Reîsî serokomarê Îranê bo Qeterê de, piştevaniya Îranê ji vê bûyera girîng kete rojevê.

Qasimî her wiha got: Li gor lihevkirinên destpêkê yên di serdana serokomarê Îranê bo Qeterê û hevdîtina bi mîrê vî welatî re, cih û warên rûniştin, veguhestina hewayî û deryayî ya hinek ji rêwiyan û geştiyarên Kûpaya Cîhanî ya 2022`an dê ji mijarên piştevaniya Îranê ji bo vê bûyerê bibin."

Wezîrê Rê û Bajarsaziyê her wiha got: Girava Kîşê dê li ser piştgiriya Îranê ji vê merasîmê re bibe navend, lê hemû parêzgehên beravî û derveyî deryayî yên nêzîkî avên Kendava Farsê yên Îranê dikarin di çarçêva rola welatê me di warê piştgiriya ji Kûpaya Cîhanê ya Qatar 2022de werin bikar anîn.

Wezîrê veguhestin û Pêwendiyan yê Qeterê Casim Bin Seyf el-Sulitî jî dê îro (Yekşemê) bigihêje Girava Kişê û bi rayedarên Îranê re bicive.

Kûpaya Cîhanê ya 2022 li Qatarê dê di 21ê Mijdara 2022an de dest pê bike.

Serepeyv