Nîsan 10, 2022 19:51 Asia/Tehran
  • Encama pêşbirkeya tîmên neteweyî yên futsalê yên Efxanîstan û Tacîkîstanê wekhev derket

Encama pêşbirka tîmên neteweyî yên fûtsalê yên Efxanistan û Tacîkistanê di pêşbirkên hilbijartinê yên kupaya Asyayê da wekhev derket.

Tîma neteweyî ya fûtsalê ya Efxanistanê di koma B ya pêşbirka seretayî ya derbasbûna nav Kupaya Asyayê de û li navçeyên Asiyaya Navîn û Başûrê Asyayê bi tîmên Tacîkistan, Uzbekistan û Nepalê re hevgrûb e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Şefeqna ya Efxanistanê, Tîma fûtsal a vî welatî îro Yekşemê li Qirgizistanê li pêşbirkên seretayî yên Kûpaya Asyayê, di pêşbirkeya xwe ya yekem de bi tîma neteweyî ya futsala Tacîkistanê re lîst û ev pêşbirke bi encama 4-4 bidawî hat.

Tîma neteweyî ya fûtsalê ya Efxanistanê sibê duşemê saet 12:30ê piştî nîvro dê pêşbirka xwe ya duyemîn li hemberî Uzbekistanê bilîze.

Serepeyv