Nîsan 09, 2022 14:31 Asia/Tehran
  • Kurtefîlma derhênerê kurd

Kurtefîlma derhênerê kurd Seyd Peyam Husênî ya bi navê “Berbaz” ji bo Festîvala 62.an a Navdewletî ya Fîlmanên Zarok û Nûciwanan li Zelîna Komara Çekê hat hilbijartin.

Seyd Peyam Husênî di hevpeyvînekê de digel rojnamevanan got: 62`emîn dewra vê festîvalê ji 26`ê Gulanê heya 1`ê Pûşperê li bajarê Zelinê tê lidarxistin. Fîlmên festîvalê ne tenê li Zelînê, belkî li gelek bajarên din ên Komara Çekê jî dê bên nîşandan.

Husênî wiha berdewam kir: “Berbaz” çîroka xortekî bi navê Hekîm e ku li taxeke derdora bajarekî Îranê dijî. Bavê wî li ser pêşbirkên bezînê şertbendiyê dike û di lîstika dawîn de ew pê dihesin ku qaîdeyên lîstikê hatine guhertin. Van guherînan malbatê dixe bin bandor û siya xwe û Hekîm jî di warê biryardayîn têxe şik gumanî û ew li ser xaçerêya biryardayîn maye.

Derhêner beriya niha jî bi kurtefîlma xwe ya bi navê "Bafirokan" gelek serketî bi dest xistibûn, di nav de xelata taybet a Juriyê (desteya dadweran) ya Berlînale jî qezenc kiribû.

Serepeyv