Nîsan 11, 2022 13:14 Asia/Tehran
  • Fûtbalîstê îranî bû berendamê xelata baştirîn berevanê dîroka Kupa Gelên Asyayê

Mehdî Mehdewî-Kiya berevanê berê yê Tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê bû berendamê baştirîn Berevanê dîroka Kupa gelên Asyayê.

Mehdî Mehdewî-Kiya lîstikvanê berê yê tîma neteweyî ya Fûtbala Îranê û balyozê niha yê parezemîna Asyayê li Fûtbala Bingehîn e; Ew li klûbên Banka Milî, Perspolîs, Bochum, Eintracht Frankfurt û Damaşa Gîlanê lîstiye.

Mehdewî-Kiya sala 2033an ji aliyê Konfederasiyona Fûtbala Asyayê va wek Lîstikvanê salê yê Asyayê hat naskirin. Ew aniha teknîk dîrektorê tîma neteweyî ya Hêviyê (Umîd) a Îranê ye.

 

Li gorî rapora IRAN Pressê, Twittera fermî ya pêşbirkên Kupa gelên Asyayê-2023an a Çînê 4 lîstikvan dan nasandin ku bûne berendamê xelata baştirîn berevanên dîroka van pêşbirkan.

Mehdî Mehdewî-Kiya ji Îranê, Muhemed Xelewî ji Erebistanê, Muhemed Husên ji Behreynê û Cemal Mubarek ji Kuweytê ev çar kes in.

 

 

Serepeyv