Îlon 11, 2024 21:55 Asia/Tehran

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Iraq rê nade ji sînorê vî welatî va ti gefek dijî Îranê hebe û pêgirî ser pêşxistin û berfirekirina peywendîyên Bexda- Têhranê kir.

Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê îro di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Mesûd Pêzêşkîyan Serokomarê Îranê da li Bexdayê pêgirî kir ku Iraq dê rê nede ti alîyekî ku ji axa vî welatî va êrişî Îranê bike. Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Em dijî berfirebûna gêreyê li herêmê û binpêkirina serwerîya welatan in. 

Sûdanî di vê civîna çapemenîyê da bal kişand ser vê yekê ku peywendîyên me dîrokî, dêrîn û qahîm in û got: Şirîkatîya digel Têhranê rukna bingehîn a dozên gelên Iraq û Îranê ye. Sûdanî dîyar kir ku dosîya aborî ya hevpar derîyeke girîng ji bo pêkanîna daxwazên gelên her du welatên cînar e û got: Me basa şirîkatîya istiratejîk a berfire, dualî û çendalî kir.

Sûdanî herwiha got: Me pêgirî kir ku di qanûna bingehîn a me da hatîye ku rê nedin ti alîyekî ku ji axa welatê me va gefê li Komara Islamî ya Îranê bixwe. Wî herwiha got ku têkilîyên dezgehên emnî ji bo kontrolkirina sînoran û girtina pêşîya qaçaxê ku zîyanê digihîne ewlehîya navxweyî ya her du welatan, didome.

Mesûd Pêzêşkîyan Serokê Komara Islamî ya Îranê jî di vê civîna çapemenîyê da bal kişand ser kûratîya peywendîyên di navbera her du welatan û bandora taybet a vê yekê ser istiqrara navçeyê û got: Têhran hejî hevkarî û pêşxistina peywendîyên aborî bi Iraqê ra dike.

Îro bi amadebûna Mesûd Pêzêşkîyan Serokomarê Îranê û Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê, 14 belgeyên hevkarîya di warên fêrkirina hêzên pispor, werziş û ciwanan, danuistandinên çandî û hunerî û berhemên dîrokî, perwerde, medya, têkilî, şandina karwanên geştyarîyê yên dînî, cotkarî, çavkanîyên xwezayî, post, piştgirîya civakî, perwerdekirina personelên teknîkî û muhendisî û hevkarîya odeyên bazirganîyê da ji hêla rayedarên her du welatan hatin wajokirin.