Tekeziya siyasetmedarê iraqî ser bidawîkirina her nav û awayê dagirkeriyê
Parlamenterekî Iraqî bi tekzeiya ser pêwîsiya bidawîkirina hemî şiklên dagirkeriyê li vî welatî jibo pêkhatina serweriya neteweyî got ku qonaxa dahatî hewcetî bi helwesta neteweyî ya yekgirtî di vê barê de heye.
Mehdî Teqî, parlemanterê iraqî tekez kir ku divê hemî şiklên dagirkeriyê bi her awayî bi dawî bîbe û serweriya neteweyî tenê bi bidawîkirina her cure hebûna biyaniyan ku xwe li ser welêt de disepînin dikare serê xwe bigre. Wî got: Dagirkerî bi her nav û şiklekê wekî binpêkirina serweriya neteweyî ye û îradeya gelê Iraqê sînordar dike. Qonaxa bê hewcetî bi helêwsteke neteweyî ya hevgirtî jibo bidawîanîna vê mayîna neqanûnî ye.Vî parlemanterê iraqî her wiha got: Iraqê şiyana rêvebirina karûbarên xwe yên navxweyî û derveyî bêyî destwerdana biyaniniyan heye û rawestandina dagirkeriyê wek gaveke girîng e ber bi avakirina welatekî bihêz û serbixwe.