Kanûn 22, 2025 17:58 Asia/Tehran
  • Endamê Desteya Îmraliyê: Me û CHPyê li hev kir

Endamê Desteya Îmraliyê ragihand ji bo berdewamkirina pêvajoya çareseriyê wan û CHPyê li hev kirin.

Mithat Sencer û Parêzerê Baroya Hiqûqê ya Sedsalê Faik Ozgur Erol îro çûn Navenda Giştî ya CHPyê. Mithat Sancar ragihand ku CHPyê îradeya xwe nîşan daye ku di pêvajoyê de rola xwe bi awayekî erênî bilîze.

Sencer got ku me fikar û rexneyên xwe parve kirin û em di mijarekê de hevnêrîn in. Divê pêvajo bi gotûbêj û hevdîtinên dualî berdewam bike.

Hevdem Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got ku di raporên MHP û AKP de sedemên pirsgirêka kurdan nehatine nirxandin û pirsgirêk dîsa wekî "pirsgirêka terorê" hatiye pênasekirin.

Serepeyv